Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyarnameya yasayê ya ku daxwaz dike, xercî û avakirina Cemxaneyan girêdayî Wezareta Çandê be li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.
Hefteya borî pêşniyarnameya yasayê ya ku daxwaz dike mûçeyê Pîrên Elewiyan, xercî û avakirina Cemxaneyan girêdayî Wezareta Çandê be li Komisyona Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin û ev pêşniyarname roja Çarşemê 16ê Mijdara 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin û dê bê cîbicîkirin.
Li gor vê yasayê xerciyên elektrîk û avê yê Cemxaneyan dê ji aliyê dewletê bên dayîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku wan di dengdana vê yasayê de gotiye "nexêr" û dibêje, “Em vê yasaya ku daxwazên civaka Elewiyan ya hemwelatiyeke wekhev înkar dike red dikin. Heta dawiyê emê mafên wan biparêzin. Hevserokên me Pervin Buldan û Mithat Sancar , Hevserokê DBPê Salihe Aydeniz û gruba me beşdarî dengdanê bûye û dengê “nexêr” dane.”
Sazî, komele û rêxistinên Elewiyan ku pêşniyarnameya xercî û nûjenkirina Cemxaneyan bi budceya Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve girê dide lawaz dibînin beriya demekê hejmarek çalakiyên nerazîbûnê kiribûn û daxwaz kiribûn ku sererastkirin tê de bên kirin û Cemxane wek perestgeh û cihên îbatedê werin dîtin û di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewrpoyê de dersên olî yên neçarî yan bên rakirin an hilbijartî bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse