Li Tirkiyê bihayê şekir %25 zêde bû

16-11-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bihabûna Şekir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bihayê şekir %25 zêde bû û kîloyek şekir bû 53 sent (5.30 lîreyê Tirkî). Kompanyaya berhemanîna şekir Turkşeker ragihand ku bihayê şekir %25 hatiye zêdekirin.

Turkşeker herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje, gotegotên derbarê kêmbûna şekir de nerast in û di berhemanîna şekir de ti pirsgirêk nîne. Piştî zêdekirina bihayê wê kîloyek şekir gehişte 53 sent dolar ango 5.30 lîreyê Tirkî.

Li Tirkiyê her diçe lîreyê Tirkî nirxê xwe li hember dolar ji dest dide û bi têkçûna aborî enflasyon jî bilind dibe. Bilindbûna enflasyonê dibe sedema bihabûna xorak û kelûpelan û jiyan niha gelekî giran bûye.

Di nav sala dawî de bihayê xorakan ji %100 zêdetir biha bûye û lîreyê Tirkî jî di meha dawî de li hember dolar %10 zêdetir nirxê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst