Hinek parçeyên S-400 li Tirkiyê tên berhemanîn

16-11-2021
Nîşan S-400 Rûsya Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîrektorê Giştî yê Kompanya Hinardekirina Serbazî ya Rûsyayê (Rosoboronexport) eşkere kir ku hinek parçeyên sîstema S-400 a Rûsî li Tirkiyê tên berhemanîn.

Dîrektorê Giştî yê Kompanya Hinardekirina Serbazî ya Rûsyayê (Rosoboronexport) Aleksandr Miheyev, li ser peywendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê derbarê teknolojiya sîstema S-400an de ji medya fermî ya welatê xwe re got: “Çend parçeyên sîstemê li Tirkiyê tên berhemanîn. Bo vê mebestê jî veguhestina teknolojiya taybet a pêwîst bo vî warî destpê kiriye.”

Aleksandr Miheyev, di Pêşangeha Navdewletî ya Airshow a Dubey de diyar kir ku li gor rêkeftineke taybet a ligel hikûmeta Tirkiyê, teknolojiya serbazî ya taybet bi sîstema S-400 bo Tirkiyê tê veguhestin daku hinek parçeyên vê sîstemê bi awayekî baş li Tirkiyê bên berhemanîn û di bernameya sîstema berevaniya esmanî de pêdiviyên Tirkiyê tejî bike.

Miheyev, derbarê asta veguhestina teknolojiyê û berhemanîna hinek parçeyên S-400an de zanyariyên zêdetir nedan ku Tirkiyê bo kirîna teknolojiya wê sîstemê de 2.5 milyar dolar dabûn Rûsyayê.

Mijara kirîna S-400an bû sedema aloziyan di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û Washingtonê çendîn ceza li ser Enqerê ferz kirin. Dûrxistina Tirkiyê ji berhemanîna nifşê pêncem a firokeyên şerker ên F-35 ku Tirkiyê 100 ji wan xwestibûn.

Di 11ê Nîsana 2017an de, hikûmeta Tirkiyê rêkeftinek ligel Rûsyayê bi bihayê 2.5 milyar dolar îmze kir bo kirîna sîstema mûşekî ya S-400, ku her yek ji wan 9 barhilgir û 144 mûşekan li xwe digire. Roja 12ê Temûza 2019an yekem karwanê parçeyên sîstema berevaniya esmanî S-400 a Rûsî gehişte Tirkiyê û proseya radestkirinê heta meha Nîsana 2020an berdewam bû. Roja 16ê Kanûna 2020an Tirkiyê sîstema S-400 ceriband, lê heta niha nehatiye aktîvkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst