Hikûmeta Tirkiyê tezkereya şandina hêzên wî welatî bo Azerbaycanê şande parlamentoyê

16-11-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Azerbaycan Nagorno Karabax Ermenistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tezkereya Serokomariya Tirkiyê ya ji bo şandina hêzên wî welatî bo Azerbaycanê, pêşkêşî serokatiya parlamentoya Tirkiyê hat kirin.

Hikûmeta Tirkiye dixwaze hêz bişîne Azerbaycanê û ji bo wê yekê serokomariya wî welatî tezkereyek amade kiriye û îro ev tezkere bo parlamentoyê hat şandin.

Di daxwaznameya Serokomarê Tirkiyê de hatiye gotin, ku welatê Azerbaycanê ji bo rizgarkirina erdên xwe yên dagîrkirî serkeftinên mezin bidest xistine û dibêje, Tirkiyê li gorî maf û yasayên navdewletî piştevaniya Azerbaycanê kiriye û dê li ser piştgiriyên xwe bo Azerbaycanê berdewam be.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ji bo avakirina navenda hevbeş a leşkerî dê li ser daxwaz Azerbaycanê hêzên Tirkiyê jî beşdar bibin û dê çavdêriya rewşa li ser erdê bikin.

Şandina wan hêzan bo Azerbaycanê piştî wê yekê tê, ku roja 10ê Mijdara 2020an, bi serpireştiya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistanê dawî li şerê li ser herêma Nagorno Karabaxê anîn ku ji 26ê Îlona îsal ve destpê bibû û agirbest ragihandin.

Di çarçoveya wê rêkeftina agirbestê de, 1960 serbazên Rûsya weke hêzên aştîparêz li herêmê û li ser xetên temasê yên di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de, bo dema pênc salan bicih dibin.

Tevî ku Tirkiyê di şerê vê carê yê Karabaxê de, hem di warê siyasî de û hem jî di warê leşkerî de piştgiriya Azerbaycanê kir, lê di rêkeftina agirbestê de ti amaje bi bicihbûna hêzên Tirkiyê li navçeyê nehatiye kirin, lê Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev di dema ragihandina agirbestê de û paşê jî ragihandibû, ku dê hêzên Tirkiyê jî weke çavdêrên agirbestê li herêmê hebin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst