Hikûmeta Tirkiye muxatabên nû peyda dike

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê, meha borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi şandeke ku ji nunerên rêxistinên sivîl û rîspiyan pêk hatibû hevditînek pêk anî.

 

Niha jî hikûmet  hewl dide ku li şûna HDPê muxatabên nû peyda bike. Li gorî agahîyan, şandeke ji 380 kesan pêk tê, bê amedekirin û hikumet vê şandê weke muxatab qebul bike. Partîyên dijbereyê CHP û HDP li dijî hewlên hikumetê derdikevin.

 

Hikumeta AK Partîyê ji bo çareserkirina pirsgerêka Kurd amedekariyên xebatên nû dike. Hikûmet hewl dide ku jibilî HDPê bi serokên êşîran, mirovên olî û rîspiyan muxatabên nû peyda bike. AK Partî dibêje, em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd guhdariya wan bikin û pêşnîyarên wan berbiçav bikin.

 

Parlamenterê AK Partiyê Eşref Fakibaba ji Rûdawê re wiha got: “Jixwe em weke parlamenterên AK Partiyê û şaredarên AK Partiyê di nava gel de ne û bi wan re ne. Li gorî min hewleke wisa ya rasterast wê gelekî bi sûd be. Lewra em daneyên xwe ji gel werdigirin.”

 

Lê partiyên dijbereyê CHP û HDP weke hikûmetê nafikirin.  Li gorî CHPê pirsgirêka kurd divê bi lihevkirina civakî bê  çareser kirin. 

 

Parlamenterê CHPê Orhan Saribal jî got: “Helbet em vê rêgezê rast nabînin. Hikûmet di kêşeya kurd de, di kêşeya elewiyan de, di kêşeya romanan de mixabin ku bi kesên ku nêzikî xwe re, kesên  ku wekî wê difikire re dicive û wan dike mûxetab. Dixwaze bi wan re kêşeyan çareser bike. Lê mûxatabên rast peywirdar nake. Herwiha em dibînin ku bi vî şiklî ev kêşe çareser nabe.”

 

HDP jî dibeje heke em ne di nav proseyê de bin, hikûmet nikare pirsgirêka Kurd çareser bike.

 

Parlamenterê HDPê Zîya Pîr jî got: “Hûn nikarin partiyeke ku 6 mîlyon dengwergirtî, ku tevî malbatên wan ev dike 10 -15 mîlyon, tune bihesibînin. Ew dixwazin bi zîndanîkirina hevserok û parlamenterên me HDPê ji mûxatabiyê dûr bixin. Lê gelo dê ew 15 mîlyon gelî çawa bikin?”

 

Recep Tayyip Erdogan  meha borî bi şandeke ku ji Bakurê Kurdistanê hatî re hevditînek pêk anî bû.