Bûldan: Dibe ku Ocalan meha Adar yan jî Nîsanê banga çekdanînê li PKKê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endama Şanda Îmraliyê, Pervîn Bûldan ragihand, dibe ku Ocalan Adar yan jî Nîsana sala 2015an banga çekdanînê li PKKê bike.

Pêvajoya çareseriyê ku ji ber bûyerên 6-7ê Cotmeha îsal ên ji ber xatirê Kobanî derketibûn, hatibû xitimandin. Lê piştî hevdîtinên navbera HDP û hikûmeta Tirkiyeyê pêşiya pêvajoya vebû û dê sibê jî şanda Îmraliyê bi Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan re hevdîtin bike.

Endama şanda Îmraliyê Pervîn Bûldan, beriya civînê ji Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) re axivî û got, bi hevdîtina sibê ya digel Yalçin Akdogan deriyê diyalogê bi fermî tê vekirin û wiha got:

“Di civîna me ya sibê de roja çûyîna me ya Îmraliyê dê were kifşkirin. Dibe ku em roja 22 yan jî 23ê vê mehê serdana Îmraliyê bikin.”

Li ser guhertina endamên şanda Îmraliyê jî Bûldan diyar kir ku ev mijar jî dê di civîna sibê de were axaftin û da zanîn, çimkî jibilî endamên şanda Îmraliyê dê hinek kesên din jî wek şanda muzakereyê herin Îmraliyê.

Pervîn Bûldan anî ziman ku eger her du alî gavan bavêjin wê demê dibe ku Ocalan meha Adarê yan jî Nîsana sala bê banga çekdanînê li PKKê bike û wiha axivî:

“Helbet pêvajo bi avêtina gavên her du aliyan dê bimeşe. Di hevdîtina me ya herî dawî de bi birêz Ocalan re ev mijar hat axaftin. Eger gav bên avêtin wê demê dibe ku Adar yan jî Nîsanê banga çekdanînê bê kirin.”