Salîm Ensarîoglu: Dema serdana Nêçîrvan Barzanî gelekî baş e

3 demjimêr berê
RÛDAW
Salîm Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw
Salîm Ensarîoglu / Wêne: Rûdaw
Nîşan Salîm Ensarîoglu Nêçîrvan Barzanî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter Salîm Ensarîoglu got, "Hatina Serok Barzanî ya Tirkiyeyê di vê rewşê de gelekî bi qîmet e. Ez dema serdanê pir bi qîmet dibînim."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Parlamenterê serbixwe yê Parlamentoya Tirkiyeyê Salîm Ensarîoglu serdana Nêçîrvan Barzanî ji Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re nirxand.

Li ser pirsa “Nirxandina we ya li ser serdana Nêçîrvan Barzanî çi ye?" Ensarîoglu got:

"Ez rêz û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim. Ez bi Zazakî, Kurmancî zanim li mala xwe jî pê diaxivim.

Ez li vê derê bi zimanekî ku her kes jê fam bike biaxivim. Ez bi Tirkî biaxivim bila li Tirkiyeyê jî were famkirin.

Hatina Serok Barzanî ya Tirkiyeyê di vê rewşê de gelekî bi qîmet e.

Hatineke gelekî binirx e em dê wî bi mêvanperweriya xwe pêşwazî bikin.

Helbet Birêz Serokkomar (Recep Tayyîp Erdogan) jî wisa fikiriye, nirxandiye û ew dawet kiriye.

Ez naveroka mijarê nizanim lê wekî kesekî ku wezîrtiya dewletê kiriye ez dema serdanê pir bi qîmet dibînim.

Wekî mînak bi taybetî di parlamentoyê de Birêz Bahçelî çû bi destê parlamenterên DEM Partiyê girt, di vê rewşê de, di van rojên teng ên Rojhilata Navîn de ez gelekî biqîmet dibînim.

Ji ber vê yekê hatina Birêz Serok Barzanî ji bo min gelekî bi qîmet e.

Vê yekê ez kelecanî kirim hem jî hestiyar kirim. Ez hem spasiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hem jî spasiya Serok Barzanî dikim.

Ya ku pê diket jî ew bû."

Derbarê pêvajoya çareseriyê, perwerdeya bi Kurdî, vegerandina navên gundan û gavên ku dewlet biavêjin Salîm Ensarîoglu amaje bi wê yekê kir ku divê pêvajo êdî ne bi çekan, bi diyalogê di parlamentoyê de were meşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst