Serokê CHPyê dixwaze Selahattîn Demîrtaş bibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwest ku biçe serdana Selahattîn Demîrtaş.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel doh di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de ragihand ku dê tevî şandeyekê biçe serdana hinek bajarên Bakurê Kurdistanê.

Li gorî bernameya ku hatiye diyarkirin, Ozel dê ji bajarê Amedê dest pê bike û piştre biçe parêzgehên Elih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê.

Beriya vê serdana Bakurê Kurdistanê Ozel ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê xwestiye ku biçe serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş lê Wezaretê heta niha ti bersiv nedane.

Tê çaverêkirin ku Ozgur Ozel hefteya bê biçe serdana Demîrtaş.

DEM Partiyê jî ragihand ku 17ê Çiriya Pêşînê Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari dê biçin serdana Demîrtaş.