RAPIRSÎ – Kîjan partî li pêş e?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorê rapirsiya Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê ku vê mehê hatiye kirin CHP partiya yekem, AK Partî duyem û DEM Partî sêyem e.

Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum Houseyê, di navbera 1 û 9ê Çiriya Pêşîn a 2024an de li hinek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rapirsiyek kir.

Wê navêndê encamên rapirsiya ku  bi 2 hezar û 235 kesan re kirye, eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.

Piştî rêjeya kesên bêbiryar ên ji sedî 16,2 li ser partiyan li gorî rêjeya dengên wan hatiye belavkirin rêjeya dengên partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 33,5

AK Partî: Ji sedî 27,1

DEM Partî: Ji sedî 10,6

MHP: Ji sedî 9,5

Partiya Zaferê: Ji sedî 5,6

Yenîden Refah: Ji sedî 5,2

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,5

Li gor rapirsiyê ji sedî 58,5ê xelkê dixwazin hilbijartina pêşwext bê kirin û ji sedî 41,5ê naxwazin hilbijartina pêşwext bên kirin.

Her wiha ji sedî 71,7ê xelkê gotiye rewşa wan a aborî di saleke dawî de xirabtir bûye û ji sedî 16,4an gotiye ne guheriye û ji sedî 11,9an jî gotiye rewşa wan a aborî baştir bûye.