Babacan: Em dê piştgiriyê bidin pêvajoyeke nû ya çareseriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan ragihand ku eger li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dest pê bike ew dê teqez piştgiriyê bidinê.

Serokê Partiya Demokrasî û Bipêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan derbarê mijarên li rojevê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Piştî vê yekê pirsa “Gelo pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê dike?” yek ji rojevên sereke ye.

Alî Babacan jî derbarê vê mijarê nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku hewldan û diyalogên ji bo çareseriyê dê sûdê bidin Tirkiyeyê.

Babacan li ser mijarê wiha got:

“Eger pêvajoyeke wiha dest pê bike û wekî raman û tevgerên me be û li gorî tecrubeyên me were birêvebirin divê şansek were dayîn û em jî dê bibin piştgirê wê."

"Amadehiyeke baş e pêşwext heye?"

Babacan her wiha gumanên xwe yên têkildarî dilsoziya vê mijarê jî wiha anîn ziman:

“Em nizanin ka dilsoziyek heye yan na? Hêman çi ne? Em nizanin. Di hundirê wan de çi heye? Em nizanin.

Bi rastî jî stratejiyeke baş a yekeyên dewletê heye? Amadehiyeke baş e pêşwext heye?

An jî ev ji bo mijûlkirina rojevê ye û dixwazin xelk çend mihan bi vê mijarê ve mijûl bibe. Em bi zelalî van tiştan niha nizanin."