Ozgur Ozel diçe çend bajarên Bakurê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel dê çend bajarên Bakurê Kurdistanê ziyaret bike.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di komcivana partiya xwe de diyar kir ku ew dê bi şandeyekê biçe hinek bajarên Bakurê kurdistanê.

Li gorî bernameyê, Ozgur Ozel dê bajarên Amed, Elîh, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û Wanê ziyaret bike.

Serdana Ozgur Ozel dê bi Amedê dest pê bike û bi Wanê bi dawî bibe.

"Em texsîr nakin"

Ozel her wiha di axaftina xwe de behsa silavdayîna Bahçelî ya bi DEM Partiyê re kir û got:

“Em diyaloga ku bi DEM Partiyê re rast dibînin û ew piştgiriyê didinê.

Hefteya bê em dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Wanê bin.

Ji bo ku destên girtî vebin, dîsa guh bidin hev, hestirên dayikan bisekinin û hatina şehîdan bê rawestandin, çi ji destê me were em dê bi wêrekî bikin.

Bila gumana ti kesî nebe ji bo hêstirên dayîkan bisekinin çi ji destê me were em dê bikin.”