Freedom House: Li Tirkiyeyê azadiya înternetê nîne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Freedom House Azadiya Înternetê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Navneteweyî Freedom Houseyê, Tirkiye di nav rêza wan welatan cih digire ku “azadiya înternetê” li wan nîne.

Freedom Houseyê, “Rapora Azadiya Înternetê” ya sala 2024an eşkere kir.

Di rapora ku tê de 72 welatan hatine nirxandin de, 19 welatan di beşa “azad” de, 32 welatan di beşa “azadiya sînordar” de û 21 welat jî di beşa “ne azad” de cih girt.

Tirkiyeyê li gorî par puaneke zwe zêde kiriye û bi 31 puanan di beşa welatên ku azadiya înternetê li wan nîne de cih digire. 

Puanê Tirkiyeyê par ji ser 100î 30 bû.

Li Tirkiyeyê azadiya înternetê bi berdewamî tên sînordarkirin

Li gorî raporê, înterneta li ser telefonan baş bûye û sînordarkirin kêm bûne lê ji ber dayîna cezayên zêde ji bo parvekirinên medya civakî, astengiyên li ber parvekirinan û rakirina parvekirinan, belavbûna zanyariyên xelet li Tirkiyeyê azadiya înternetê bi berdewamî tê sînordarkirin.

Li gorî raporê piştî derxistina “yasaya sansurê” di 18 mehan de derbarê 41 rojnamegeran 27 lêpirsîn hatin destpêkirin û 10 rojnameger hatin desteserkirin.

Di rapora ku astengiyên li pêşiya azadiya înternetê hatine nivîsandin de bi giştî derbarê Tirkiyeyê ev xal derketin pêş:

- Li herêmên erdhejê pirsgirêkên înternetê berdewam dikin.

- Wergirtina reklaman a tora platforma civakî Xê Tîrmeha 2023yan hatibû qedexekirin. Piştî ku Xê ofîsa xwe li Tirkiyeyê vekir û nûnerekî cihî diyar kir Gulana 2024an qedexe hat rakirin.

- Çiriya Pêşîn a 2023yan 17 xizmetên torên (VPN) taybet û medyayî bêyî biryara dadgehê hatin astengkirin û medya hat sînordarkirin.

- Gulana 2024an di nav de hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag li 20 siyasetmedarên Kurd ji ber parvekirinên ku sala 2014an dest pê kiribûn di navbera 9 sal û 42 salan de cezaya girtîgehê hat birîn.

- Di 18 mehên destpêkê yên “Yasaya Berovajîkirinê” ku wekî “Yasaya Sansurê” tê zanîn de derbarê 41 rojnamegeran 27 lêpirsîn hatin destpêkirin, derbarê 15 rojnamegeran doz hat vekirin û lêpirsîna 18 rojnamegeran berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst