Ocalan û pêvajoya nû: Kê çi got?

3 demjimêr berê
Ocalan, Bahçelî, Ozel û Bakirhan / Wêne: Rûdaw Grafîk
Ocalan, Bahçelî, Ozel û Bakirhan / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Pêvajoya Aştiyê Devlet Bahçelî Ocalan Tuncer Bakirhan Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nîqaşên li ser “pêvajoya nû ya çareseriyê” piştî ku Devlet Bahçelî bangî Ocalan kir germtir bûn.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan.

Piştî vê yekê gotegotên “pêvojeke nû” dest pê kir û vê hefteyê jî rojeveke sereke ev mijar e.

Bahçelî: Bila ragihîne ku wî (Ocalan) PKK tesfiye kiriye

Bahçelî di axaftina xwe ya doh de bal kişand ser Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û diyar kir, dema ew hat girtin wî gotiye ku “ew ji bo hemû xizmetan amade ye”.

Bahçelî li ser vê jî amaje bi wê yekê kir ku madem Ocalan wisa gotiye bila ew niha jî ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.

“Tecrîdê rakin, em bibînin”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî heman rojê bersiv da Bahçeli û got:

“Eger hûn dixwazin zanibin Ocalan çi dibêje destpêkê tecrîda li ser Ocalan rakin û deriyê Îmraliyê vekin.”

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Ocalan û anî zimên:

“Bahçelî îro bangî birêz Ocalan kir lê nizane ji bo banga wî bigihe muxatabê wî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.

43 meh in ku birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Birêz Bahçelî, em jî wekî te meraq dikin ka Ocalan dê çi bibêje û bangeke çawa bike.

Wê demê tecrîdê rakin, ka birêz Ocalan ji rêxistin û hevalên xwe re çi dibêje, em bi hev re bibînin û temaşe bikin.”

“Axaftin ji şer baştir e”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî diyar kir ku diyalog ji şer çêtir e û got:

“Ez ji wî re dibêjim ku birêz Devlet tu ya rast dikî. Destdirêjkirin baş e, destgirtin baş e, axaftin ji şer baştir e.

Diyalog ji înada vala baştir e. Aştî ji xeyîdînê baştir e.

Ez ji ber vê helwestê, rexneyan li te nagirim. Ez tiştên ku te doh ji min re digotin li te venagerînim.

Ez dibêjim destdirêjkirina te baş e. Destê ku mirov dirêjî nûnerê gel dike wekî wî destî ye ku dirêjî gel hatiye kirin.”

Pêvajoya Aştiyê sala 2012an di navbera Tirkiyeyê û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û Qendîlê de dest pê kiribû.

Ew pêvajo sala 2015an bi destpêkirina şer re rawestiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst