Li Muglayê di nava 15 rojan de 2 hezar û 192 koçber hatine desteserkirin

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Koçber Mugla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê di nava 15 roja de 2 hezar û 192 koçber hatine desteserkirin

Parêzgariya Muglayê li ser desteserkirina koçberan daxuyaniyek belav kir,

Parêzgariyê di daxuyaniyê de ragihand ku di encama oparasyonên polîs Hêzên Ewlehiya Peravan, Fermandariya Cendirmeyan yên wî bajarî de, ji 1ê Çiriya Pêşîn heta 15ê mehê 2 hezar û 192 koçberên ku dixwestin derbasî welatên Ewropa bibin hatine desteserkirin.

Herwiha 24 kesên ku karê qaçaxçîtiya derbaskirina koçberan jî kirine hatine girtin.

Li gor daxwiyaniyê, koçberên hatîn desteserkirin radestî Rêveberiya Koçê ya Muglayê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst