RAPIRSÎ - Dengên CHP û AK Partiyê kêm bûne

Hewlêr (Rûdaw) – ASALê ragihand ku rêjeya dengên CHPyê li gorî hilbjartina 14ê Gulana 2023an zêdetirî ji sedî 5an daketiye.

Kompanyaya Lêkolînê ya ASALê, encamên rapirsiya ku di navbera 5-10ê Çiriya Pêşîn de bi 2 hezar û 600 kesî re kiribû eşkere kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijiartin hebin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” hat kirin.

Li gorî rapirsiyê dengên AK Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê kêm bûne û dengên YSP (HEDEP) û MHPyê zêde bûne.

Rejeya dengên AK Partiyê 14ê Gulanê ji sedî 35,6 bû lê gorî rapirsiyê ev rêje bûye ji sedî 34,5.

Rejeya dengên CHPyê 14ê Gulanê ji sedî 25,33 bû lê gorî rapirsiyê ev rêje bûye ji sedî 20,2.

Partiya Çepên Kesk 14ê Gulanê ji sedî 10,55ê dengan wergirtibûn. Li gorî rapirsiyê îro rêjeya dengên wê ji sedî 9,8 e.

ÎYÎ Partiyê 14ê Gulanê ji sedî 9,68ê dengan wergirtibûn, li gorî rapirsiyê rêjeya dengên wê bûye ji sedî 8,0.

Rejeya dengên MHPyê 14ê Gulanê ji sedî 10,07 bû, ev rêje li gorî rapirsiyê bûye ji sedî 12,1.