Li Edeneyê 2 kes ji ber dawetê pev çûn: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Seyhanê ya parêzgeha Edeneyê, doh bi şev ji ber dengê dawetê pevçûn derket û kesek hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, li taxa Şakirpaşayê ya Seyhanê, şeva borî Îsmet Gulşenê 33 salî ji dengê daweta cîranên xwe ya ku heta derengî şevê berdewam kir aciz bû.

Di navbera wî û xwediyê dikaneke ku elektrîk ji bo dawetê dabîn kiribû de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de her du pev çûn, xwediyê dikanê S.K. bi demançeyê gule li Îsmet Gulşen reşandin û ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê Îsmet Gulşenê ku ji sînga xwe birîndar bûbû veguhast nexweşxaneyê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê jî Gulşen canê xwe ji dest da.

Polîsan ji bo desteserkirina S.K. xebat dan destpêkirin.