Buldan: Di hilbijartina serokkomariyê de rola HDPê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di kongreya rêxistina partiya xwe ya Denizliyê de ragihand rola partiya wan a di hilbijartinên serokkomariyê de girîng e û siyaseta Tirkiyê bê HDP ne pêkan e û got, “Eger berbijêrekî rêgezên partiya me qebûl bike dernekeve em dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi amadebûna Hevseroka Giştî Pervîn Buldan roja Yekşemê 16ê Cotmeha 2022an li Denizliyê 4emîn kongreya xwe ya asayî saz kir.

Hevseroka HDPê Buldan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatên karkerên kana komirê yên li Bartinê canê xwe ji dest dabûn xwest û diyar kir ku berpirsên van bûyeran AKP û MHPê ne.

Buldan nêzîkbûna hilbijartinên Hezîrana 2023an jî bi bîr xist û amaje bi wê yekê da ku rola partiya wan di hilbijartinan de girîng e.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan anî ziman, “Rastiyeke êdî em ketine proseya hilbijartinan. Ev hilbijartin dê qedera Tirkiyê biguherîne. Hem hilbijartina serokkomariyê hem jî ya parlamentoyê. Di her du hilbijartinan de jî rol û hebûna HDPê gelekî girîng e. Dibe niha kes nexwaze ligel HDPê bê dîtin lê em dizanin demek wê bê û dê li deriyê me bixin. Me deriyê xwe ji ti kesî re negirtiye. Bi taybetî bo hilbijartina Serokkomariyê. Em amade ne ligel berbijêrekî ku rêgez û hebûna HDPê qebûl bike û van li ber çav bigire bi rêya diyalogê mijarê gotûbêj bikin. Lê eger ev neyê kirin dê HDP bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Hezîrana 20223an de dê hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê werin kirin.