Umit Ozdag: DAIŞ li Tirkiyê xwe organîze dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zafer a Tirkiyê dibêje, DAIŞ li Tirkiyê xwe bi organîzekirinê ve mijûl e lê ew nahêlin welatê wan bibe wek Sûriye û Iraqê.

Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag ku di heman demê de parlamenter e, roja Yekşemê 16ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye ku DAIŞ li Tirkiyê xwe organîze dike û ji bo terora bikom li benda fermana emperyalîsrtan e.

Umit Ozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “DAIŞê di sala 2019an de bernameyê wilayeta Tirkiyê ragihand. Baregahê xwe veguhest Tirkiyê, li Tirkiyê xwe organîze dike, îstixbaratê kom dike û ji bo terora bikom li benda emperyalîstan e. Partiya Zafer, nahêle Tirkiye bibe Sûriye/Iraq. Em dê terorîstan derxin.”

Partiya Zafer partiyeke siyasî ya nîjadperest a Tirkiyê ye. 26ê Tebaxa 2021ê bi serokatiya Umit Ozdag hat damezrandin û navenda wê ya serekî li Enqereya paytexta Tirkiyê ye. Li parlamentoya Tirkiyê yek parlamenterê wê heye û ew jî Umit Ozdag e.

Ozdag, her ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve rexne li siyaseta derve ya hikûmeta Tirkiyê ya derbarê koçber û bandora koçberên Sûriyeyî li ser demografya Tirkiyê digre û îddîa dike ku armanca koça Sûriyeyiyan bo Tirkiyê cîbicîhkirina projeya damezrandina Kurdistana mezin e li Rojhilata Navîn.