7emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan: ‘130 sal in li Stenbolê tê çêkirin’

12 demjimêr berê
Omer Sonmez
Beşdarên 7emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan/Wêne: Rûdaw Grafîk
Beşdarên 7emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan 7emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – KAYY-DERê li Stenbolê 7emîn Mihrîcana Boreka Kurdan li dar xist.

7emîn Mihrîcana Boreka Kurdan di atmosfera karnaval û seyranê de derbas bû.

Organîzatorên mîhrîcanê da zanîn ku armanca wan xwedîlêderketina navê Boreka Kurdan e.

Li Tirkiyeyê gelek alî ji bo ku nebêjin Boreka Kurdan jê re dibêjin Boreka Kut.

Koma zarokan a KAYY-DERê, Sîdeng bi erbaneyan û dîwana dengbêjan bi stran, kilam, folklor û govendan dilê beşdaran xweş kir.

Bi sedan kes li qada mîhrîcanê amade bûn û li ber stranên Kurdî govend gerand.

Komeleya Navçe û Gundewarên Çewlîgê (KAYY-DER) cara 7an e Mîhrîcana Boreka Kurdan li dar xist.

Mihrîcan ji sala 2016an û vir ve her sal tê sazkirin.

Serokê berê yê KAYY-DERê Hasan Hayrî Aykan li ser armanca mîhrîcanê got:

“Armanca vê festîvalê ew e ku em boreka Kurdan bi gelê xwe bidin naskirin.

Ev borek ev 130 sal in li Stenbolê tê çêkirin.”

Di festîvalê de ji beşdaran re boreka Kurdan hat çêkirin û bêpere hat belavkirin.

Bi sedan kes li Parka Mîmozayê ya navçeya Beykozê ya Stenbolê li qada mîhrîcanê amade bûn.

Parlamenterên DEM Partiyê jî tevlî şahiyê bûn.

“Ji bo çand û zimanê Kurdî pir girîng e”

Beşdarekî mihrîcanê yê bi navê Resûl jî anî ziman:

“Bi rastî ev mîhrîcan ji bo çand û zimanê Kurdî pir girîng e.”

Beşdareke mihrîcanê ya bi navê Rûşen Gokê jî da zanîn:

“Ev 2 sal in ez li Stenbolê dijîm. Ez nû tevlî festîvalê bûm.

Dema min bihîst ez gelekî bi kelecan bûm. Gelekî xweş derbas dibe.”

Yek ji armancên mîhrîcanê, xwedîlêderketina çand û zimanê Kurdî ye.

Koma zarokan ên KAYY-DERê, Sîdeng bi erbaneyan û dîwana dengbêjan bi stran, klam, folklor û govendan dilê beşdaran xweş kir.

Mamosteyê govendê Huseyîn Korkmaz

“Ev 35 sal in em li ser folklora Kurdî dixebitin. Komên me yên stran, govend û folklorê hene.

Ev 34 sal in me ev komele ava kiriye.”

Nivîskarê Çewligî Akîf Arda jî li ser mîhrîcanê got:

“Bi saya festîvalê gelê me tê cem hev, hev nas dike.

Xwe li xerîbiyê hîs nakin.”

Li gorî hostayên Boreka Kurdan cara ewil salên 1900î ji aliyê Rengo Mihemed ve hatiye çêkirin.

Rengo ji gundê Bilîcayê yê navçeya Gêxiyê ya Çewlîgê bûye û ev boreka gundê xwe li Stenbolê bi cîhanê daye naskirin.

7emîn Mîhrîcana Boreka Kurdan, îsal jî di atmosfera karnaval û seyranê de derbas bû û bi govend û muzîka Kurdî bi dawî bû.

Mîhrîcan li Stenbolê ji bo parastin û bipêşxistina çand û zimanê Kurdî wekî mîhrîcaneke girîng tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst