Li Edeneyê 2 qezayên barhilgir û mînîbusan: 4 mirî, 13 birîndar

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Edene Qeza Barhilgir Mînîbus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ceyhanê ya bajarê Edeneyê barhilgirek û mînîbusek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Pozantiyê ya heman bajarî di qezeyeke din a trafîkê de jî 7 kes birîndar bûn.

Serê sibehê li navçeya Ceyhanê ya bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê barhilgirek û mînîbuseke servîsê li hev qelibîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, tîmên tenduristiyê yên ku çûne cihê bûyerê birîndar birine nexweşxaneyên navçeyê.

Derengiya şeva borî jî li navçeya Pozantiyê ya heman bajarî qezayeke din a trafîkê çêbû.

Mînîbusa ku karkerên çandiniyê vediguhastin û barhilgirek li hev qelibîn.

Di wê qezayê de jî 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst