STENBOL - Ji Asyayê li ser ben derbasî Ewropayê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, werzişvanê Red Bullê Jaan Roose li ser ben ji parzemîna Asyayê derbasî parzemîna Ewropayê bû.

Werzişvanê Red Bullê yê Estonyayî Jaan Roose, doh li Stenbolê çalakiyeke balkêş kir.

Jaan Roose, li ser benê ku hatibû danîn ji parzemîna Asyayê derbasî parzemîna Ewropayê bû.

Meşa li ser ben a di navbera her du parzemînan de saet 18:00an dest pê kir û saet 19:00an bi dawî bû.

Li her du aliyan jî gelek kes ji bo temaşekirina meşa di navbera her du parzemînan de civiyan.

Xelkê meşa li ser ben temaşe kir û vîdeo û wêne girtin.