STENBOL - Kesekî di mizgeftê de alkol vexwar: Bi operasyonekê hat desteserkirin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Alkol Mizgeft Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî di mizgeftekê de alkol vexwar û wêneyê wê demê li ser tora civakî belav kir, ew kes hat desteserkirin.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî bi navê S.Y.O. di mizgeftekê de alkol vexwar û piştre jî wêneyê şûşeya xwe ya alkolê li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir.

Kesê navborî li ser wî wêneyî jî nivîsîbû, “3200 mizgeft hene, eger karibin bibînin…”

Piştî belavkirina wî wêneyî hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina wî kesî dest bi xebatan kir û ew kes bi operasyonekê desteser kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî dîmenên desteserkirina wî kesî belav kirin û nivîsî:

“Kesê bi navê S.Y.O. ku li ser tora civakî di mizgeftekê de wêneyê vexwarina alkolê belav kiribû û nivîsîbû “3200 mizgeft hene, eger karibin bibînin..” ji aliyê tîmên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê ve hatiye desteserkirin.

Hêzên me yên ewlehiyê wekî her tawanbarekî ev şexs jî desteser kiriye û radestî dadê kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst