Li Stenbolê bazara masiyan germ e

16-09-2022
Omer Sonmez
Li Stenbolê bazara masiyan germ e
Li Stenbolê bazara masiyan germ e
Nîşan Masî Stenbol Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê heyama girtina masiyan di 1ê Îlonê de dest pê kir. Li Stenbolê li bazara masîyan liv û tevger zêde bûne û dezgehên masîfiroşan bi masiyên curbicur tijî dibin. Li gorî demsalê herî zêde palamût, îstawrît û hamsî tên firotin. Niha kîloya hemsîyan 70 lîreyê Tirkî ye û bihayê masiyan zêde ye lê masîfiroş didin zanîn ku di demeke nêz de bi zêdebûna masiyan wê bihayê masiyan dakeve.

Li bazara masiyan a Karakoy a Stenbolê li gorî demsalê herî zêde palamût, îstawrît û hamsî tên firotin.

Masîfiroş Samet behsa nirxên masiyan kir û anî ziman, “Niha palamûtek bi 50 lîreyan e. Beriya 10 rojan dema nû derket heba wê bi 120 lîreyan bû. Dû re daket 70-80 lîreyan. Bihayê hemsiyan jî bi 70 lîreyan e. Niha bi 50 lîreyî meriv nikare sandwîcek bikire. Îja her palamûdek derdora kîloyekê ye.”

Mişterî Asim Guler li ser nirxê masiyan got, “Niha bihayê masiyan zêde ye lê xuya ye wê heta hefteyeke bihayê masiyan dakeve. Ez ê palamût bistînim lê erzan bûya min ê hamsî û îstawrît jî bikiriya.”

Ji ber ku destpêka sezonê ye bihayê masiyan zêde ye lê masîfiroş didin zanîn ku di nava demeke nêz de wê bihayê masiyan dakeve.

Masîfiroş Tekin anî ziman, “Masî îsal biha ye lê dîsa jî xelk masiyan dikire. Palamût îsal gelekî xweş in. Wekî din çûpra, lewrek û hamsî hene.”

Mişterî Perihan Ataş got, “Niha biha baş dixuye. Lê dîsa jî zêde ye. Jixwe bihayê her tiştê pir zêde ye. Ji bo ku her kes karibe bistîne divê bihayê masiyan hinekê din jî dakeve.”

Ev der jî bazara dîrokî ya masiyan Kumkapi ye. Li vê derê piranî restaurant û xwaringehên masiyan hene. Lê ew ji ber mesrefên zêde û ji ber kêmbûna mişteriyan bi gilî û gazinc in.

Xwediyê restauranta masiyan Mehmet Çaglar anî ziman, “Me berê herî kêm 250 kasa masî difirotin lê niha ancax em dikarin kaseyekê bifroşin. Heta êvarê ancax 2-3 heb mişterî tên restaurantê. Ji xwe geştyarên Ereb nebin karê me pir zor e.”

Tirkiye di warê masîvaniyê de welatekî dewlemend tê dîtin. Di salên dawî de bi giranbûna nirxê goştê sor û goştê mirîşkan beşekî welatî ji ber ku bihayê wê erzantir e berê xwe didin masiyan. Lê dîsa jî masiyê ku ji bo tendurustiya mirovan baş e, li Tirkiyê hindik tê xwarin. Li gorî Wezareta Tendurustiyê, li Tirkiyê salawext serê merivê 8 kilo masî dixwun, lê ev yek li cîhanê derdora 16 kilo ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst