Parêzerekî bi hinceta ku heqaret li Yilmaz Guney kiriye doz li Umit Ozdag vekir

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Guney Umit Ozdag Bişar Abdî Alinak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerê Kurd Bişar Abdî Alinak bi hinceta ku heqaret li Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney kiriye doz li Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag vekir.

Parêzerê malbata Yilmaz Guney, Bişar Abdî Alinak îro Înê ragihand, ji ber ku heqaret li Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney kiriye, li Serdozgeriya Şîle ya Stenbolê li dijî Serokê Partiya Zafer Umit Ozdag doz vekiriye.

Bişar Abdî Alinak diyar ku gotinên Ozdag ên li ser Yilmaz Guney ne tenê tawana heqaretê ya biçûk e, tawana sivikatiyê ye jî.

Serokê Partiya Zafer û parlementerê Stenbolê Umit Ozdag hefteya borî di weşaneke YouTubeê de gotibû, “Yilmaz Gunay kesekî bêexlaq û serserî ye.”

Gotinên Ozdag bû sedema bertek û parêzerê malbata Guney bi hinceta “teşwîqkirina kîn û dijminatiyê” serî li dozgeriyê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst