Bahçelî bo Davutoglu: Tu nabêjî Amed tu dê bibêjî Diyarbakir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji ber gotinên di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de bertek nîşanî Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu da û got, ”Binêre serok tu nabêjî Amed, tu dê bibêjî Diyarbakir.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîneke taybet de Rûdawê behsa çareserkirina pirsa Kurd, proseya çareseriyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û herwiha bajarê Amedê kiribû.

Davutoglu li ser navê Amedê gotibû, dê bi keyfxweşî bikare navê Diyarbekirê jî navê Amedê jî  bikar bîne û diyar kiribû, ji ber ku hejmareke zêde ya Kurdan li Stenbolê dijîn, “mezintirîn bajarê Kurdan Stenbol e” û herwiha ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî amaje bi federasyonê kiribû.

Vê hevpeyvîna Ahemt Davutoglu di medya Tirkiyê gelek karvedan li pey xwe anîn û deng veda

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî jî îro 16ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya Twiterê karvedan li dijî wan gotinên  Ahmet Davutoglu nîşan da û got, “Binêre serok, tu nabêjî Amed tu tê bibêjî Diyarbakir. Tu dê Stenbolê jî weke bajarê herî mezin yê Tirk-Îslamê binav bikî.”

Derbarê gotina Davutoglu ya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî ku gotibû, “ Eger Sûrî ji bo kurdan biryara federasyonê bidin divê Tirkiye rêzê li vê biryarê bigire” Bahçelî got, “ Pêşniyara te ya federasyonê li Suriyê nîşana wê yekê ye ku tu Ahmedê Kobanî yî.”

Devlet Bahçelî herwiha ji Davutoglu re got, “Hedê xwe bizane, xwedî heysîyet be. Tu û efendiyên te nikarin ji Tirkiyê biborin. Vê yekê ji bîr neke.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ev demeke serdana bajarên Kurdan dike. Ji Wanê heta Colemêrgê, ji Çewligê heta Mûş, Erziromê navçe bi navçe geriya.

Herî dawî di 12 îlona 2021an de  serdana parêzgeha  Amedê jî  kir.  Davutoglu li wê derê pirsên rojnamevanan bersivandibûn û ji peyamnêrê Rûdawê re behsa bûyera kuştina Tahir Elçî jî kiribû û gotibû, “Kuştina Tahir Elçî  suîqesteke siyasî bû û ez gelek êşandim, divê bikuj bên dîtin."