Rapora CHPê: Eger derî bên vekirin dê %90ê koçberan herin

16-09-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Partiya Gel a Komarî (CHP), beşek zêde ya koçberên Sûrî siberoja xwe li Tirkiye nabînin û eger derî li ber wan bên vekirin dê %90ê koçberan herin.

Alîkara Serokê Giştî yê CHPê û Parlamentera Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî, derbarê koçberên Sûrî yên li Stenbolê de raporek bi navê “Koçberên Sûrî yên li Stenbolê, Dilxwaziya Vegerê û Hêviyên Wan” amade kir û pêşkêşî serokê partiya xwe Kemal Kilicdaroglu kir.

Li gor raporê, beşek zêde ya koçberên Sûrî siberoja xwe li Tirkiyê nabînin û eger derî bên vekirin dê %90ê koçberan herin Ewropayê. Gamze Akkuş Îlgezdî dibêje, koçber di bin zexta netewperestiyê de dijîn ku di demên dawî de zêde bûye.

Gamze Akkuş Îlgezdî di raporê de got: “Beşeke zêde ya koçberan dema ku li Sûriyê aştî pêk were û sîstemeke demokratîk bê avakirin dixwazin vegerin welatê xwe. Kesên dixwazin vegerin Sûriyê beşên ku asta perwerdeya wan bilind e. Ev kes li ser mijarên Sûriyê dixebitin û ji bo rejîmeke dadmend, demokratîk û sekuler bê avakirin hewl didin. Pêwîst e dema rexne li siyaseta AKPê ya derve tê kirin navê koçberan neyê bi kar anîn. Ev yek wan dike hedefa rexneyên nijadperestî.”

Li gor raporê, beşeke zêde ya koçberan siberoja xwe li Kanada û Ewropa dibînin, bi taybet kesên bêkar û zarokên wan perwerdeyeke baş nedîtine.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piraniya wan li Stenbol û Hatay û bajarên Bakurê Kurdistanê Riha û Dîlokê 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûrî hene. Lê di demên dawî de niqaşên zêde li ser koçberan tên kirin û bi taybetî opozîsyon derbarê koçberan de rexneyên tund li desthilata AK Partiyê digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst