Helwesta sosret a Tirkiyê li ser Cizîra Botan û Filistînê!

16-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê, Îbrahîm Kalin îdia kir ku tiştên ku li ser Cizîra Botan tên gotin, “zêde hatine mezin kirin û derew in!” Kalin di heman demê de li ser bûyerên Mizgefta Eqsa ya Filistînê jî gef li Îsraîl xwar û got, Îsraîl bi agir dilîze!

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin, duh di civîneke rojnamevaniyê de rewşa Tirkiyê nirxand û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Îbrahîm Kalin li ser şerê li dijî PKKê axivî û got, “şerê li dijî terorê” dê heta dawiyê bidome û ji bo vê yekê jî çi ji destê dewletê were dê bike.

Kalin li ser rewşa bajarê Cizîrê jî, ku zêdetirî 10 rojan di bin dorpêça hêzên ewlehiyê de bû û herî kêm 22 sivîl di şer û pevçûnên wir de jiyana xwe ji dest dabûn, got, bûyerên Cizîrê pir tên mezinkirin û tiştên ku tên gotin jî xelet û derew in!

Berdevkê Erdogan, rewşa Cizîrê bi bûyerên bajarê Fergusonê yê Amerîkayê re qiyas kir û got, li wir ne xendeq hebû ne jî dehfik, lê we dît çawa tedbîr hatin girtin!

Îbrahîm Kalin, medyaya rojava bi alîgirî û piştgiriya terorê tohmetbar kir û got, ew bi hêceta şerê li dijî DAIŞê, terorê romantîze dikin!

Kalin li ser aloziyên vê dawiyê yên Mizgefta Eqsa ya Filistînê jî axivî û got, Mizgefta Eqas, yekemîn Qibleya me ye. Divê Îsraîl wê provaksyonê bide sekinandin. Leşkerên Îsraîl bi pêlavên xwe yên pîs derbasî nav wê mizgefta pak dibin. Îsraîl bi agir dilîze. Em van kiryarên wan bi tundî şermezar dikin.

Li bajarê Ferguson ê Amerîka, par havînê, piştî ku xortekî reşik ji aliyê hêzên polîs ve hatibû kuştin, aloziyek mezin derketibû. Hêzên ewlehiyê bi tundî xwepêşandan serkut kiribûn û Tirkiyê jî nerazîbûna xwe li hember tundiya hêzên amerîkî nîşan dabû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst