Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Kes nikare bi serê xwe dibistanan veke

16-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, li ser girtina dibistanên kurdî got, ew dibistan li gorî qnûnê hatine girtin çimkî eger qanûnek hebe divê hemû wê qanûnê qebûl bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Beki Bozdag di serdana xwe ya bajarê Amedê de li ser perwerdeya bi zimanê kurdî û girtina dibistanên ku dersa kurdî axivî.

Bekir Bozdag da zanîn ku qanûna dibistanên taybet ên kurdî par hatiye sererastkirin û wiha got:

“Ev yek cara yekê ye tê cîbicîkirin ji ber wê jî bi xwe re hinek tengasî aniye. Eger qanûnek heye divê hemû wê qanûnê qebûl bikin. Lê emê agahiyên zêde li ser girtina dibistanan ji hevalan bistînin. Tiştên ku li gorî qanûnê bên kirin Wezareta perwerdeyê jî rêveberiyên giştî jî nikarin asteng bikin.”

Bozdag diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû dibistan û navendên xwendinê girêdayî Wezareta Perwedeyê ne ji ber wê jî ti kes nikare bi serê xwe dibistanan veke û xwendekaran werbigire.

Wezîrê Dadê piştî serdana Waliyê Amedê çû dîtina Şaredariya Amedê û Serokatiya AK Partiyê ya Amedê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst