Êrişî malbata Kurd a Elewî hat kirin: ‘Hûn tovên Ermen in, Elewî û terorîst in’

Stenbol (Rûdaw) - Malbata Kurd a Dêrsimî, careke din rastî êrişa fizîkî û devkî ya cîranên xwe yên Tirk hat.

Li Tirkiyeyê nîjadperestiya li hemberî Kurdan berdewam dike.

Herî dawiyê malbata rojnamegera Kurd Rûken Tuncelê li mala xwe ya Beylîkduzuya Stenbolê cara duyemîn rastê êrişa nîjadperestên Tirk hat.

Êrişkaran heqaret û siqêfên giran li malbatê kirin û gotinên kîn û nefretê yên wekî, “Hûn Ermen in, hûn terorîst in” bi kar anîn.

Her wiha li malbata Kurd gefa kuştinê hat xwarin.

Êvara 15ê Tebaxê bi hinceta ku li ber deriyê apartmanê li hev qelibîne, cîranên wan ên bi navên Asiye Y., zarokên wê Makbule Y. û  Orhan Y., êrişî  xwişkên Rûken Tuncelê yên bi navên Zelal Tuncel, Sînem Tuncel û dayika wê Fethiye Tuncelê kir û li wan da.

Di êrişê de Zelal Tuncel ji destê xwe birîndar bû, malbat çû nexweşxaneyê û raporên derbê wergirtin.

Sala par dema ku malbata Rûken Tuncelê rastî êrişê hatibû Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat ev bûyerê bi pêşniyazpirseke xistibû rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Nevxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî di bersiva xwe de behsa ‘prensîba miameleya wekheviyê’ kiribû.

10ê Tebaxa 2023yan jî malbata rojnamegera Kurd Rûken Tuncelê dîsa ji aliyê heman cîranên xwe yên nîjadperest ve rastî êrişê hatibû.

Wê demê li gel hemû gilî û serlêdanan jî doz nehatibû vekirin û derbarê êrişkaran de biryara ‘neşopandinê’ hatibû dayîn.

Malbata mexdûr a Kurdên Elewî, bangî berpirsên hikûmetê, Wezîrê Karên Navxwe, Parêzgarê Stenbolê û Qaymeqamê Beylîkduzuyê dike da ku berpirs bên darizandin û cezakirin.

“Heke hûn bikujin jî hûn dê bê ceza bimînin”

Rojnameger Rûken Tuncelê bi bîr anî ku êriş dubare dibin û ew wiha axivî:

“Êrişa ewil sala borî roja 10ê Tebaxê qewimîbû. Pêvajoyeke lêpirsînê dihat meşandin lê pêvajoya lêpirsînê piştî 7-8 mehan bi biryara neşopandinê hat encamdan.

Piştî salekê, dîsa di heman wextî de careke din êriş çêbû.

Em li Tirkiyeyê di atmosfereke wisa de dijîn ku li hemberî Kurd, Elewî, Ermenî, Suryanî, Rom û penaberan cudakarî tên kirin.

Tê gotin ku heke hûn bikujin jî hûn dê bê ceza bimînin.

“Ew li benda çi ne?”

Malbata min xwediyê nasnameya dewleta Komara Tirkiyeye ye.

Ji loma jî ez bangî li berpirsiyaran dikim. Bangî Alî Yerlîkaya, Walîtî, Qeymeqamtî û Wezareta Dadê dikim.

Divê ew berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ew li benda çi ne? Ma dê piştî ku kuştin çêbibe êdî tiştekî bibêjin?”

“Tovên Ermen, Elewî, terorîst”

Zelal Tuncela ku rastî êrişê hatiye jî wiha behsa êriş, heqaret û gefan kir:

“Sala borî wekî bûyera hatibû serê xwişka min, li ber deriyê apartmanê bi min re ketin nav nîqaşê.

Lê ez ji derî derketim derve lê pişt re min di nav apartmanê de qêrîn bihîst û gava ez vegeriyam û ketim apartmanê, min dît ku xwişka min di navbera dê û keça wê de maye û lê dixin.

Her duyan li me xist. Me jî hewl da ku em xwe biparêzin. Di wê navberê de, kurê wan ê mezin ji jor hat.

Kurik gewde mezin bû û bi tundî bi kulm û şeqaman li serê me xist.

Tiştên wekî, ‘Tovên Ermen, hûn nikarin di bin vê alê de bijîn, hûn nikarin di bin ala Tirk de bijîn, Elewî, terorîst’ gotin ku sala par jî ji me re gotibûn.

Bi ambulansê dayika min rakirin nexweşxaneyê, pişt re em jî li pey wê çûn heman nexweşxaneyê.

Me rapora derbê wergirt û em çûn qereqolê, me îfadeya xwe da. Me giliyê wan kir.”