Koçyîgît li Parlamentoyê birîndar bû: ‘Êriş organîze bû’

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku êrişa li Parlamentoya Tirkiyeyê organîza bû û berê plana wê hatibû danîn.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê pevçûneke bi kulm û pehînan çêbû.

Parlamenterê AK Partiyê Alpay Ozalan bi kulman êrişî Parlamenterê TÎPê Ahmet Şik hat kir, Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî birîndar bû.

“Divê Alpay Ozalan teqez teqez ceza bistînê”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştî êrişê diyar kir ku divê Parlamenterê AK Partiyê Alpay Ozalan ceza bistîne û got:

“Dema Ahmet Şik axivî hewleke êrişê çêbû.

Wextê Ahmet Şik piştî navberê dîsa dest bi axaftinê kir ez çûm cem Serokê Koma AK Partiyê û min got ku divê êrişî nekin.

Dema me ev tişt digotin min dît ku Alpay Ozalan ber bi Ahmet Şik ve diçe û ez jî ketim navberê.

Ev êrişeke bi zanîbûn bû û berê hatibû organîzekirin, ne bûyereke şexsî bû.

Ew bi ajoyên wekî ‘Em êrişî wan bikin û wan lînc bikin’ hatine.

Em binê vê xêz bikin. Divê Alpay Ozalan teqez teqez ceza bistînê. Ji bo vê çi ji destê me were em dê bikin.”