Karsazê Zaxoyî, CZN Burak û bavê wî li hev anîn

16-08-2023
Ferdî Sak
Wêne: Rizgar Hesen Teyîb
Wêne: Rizgar Hesen Teyîb
Nîşan CZN Burak Zaxo Rizgar Hesen Teyîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karsazê Kurd ê ji Zaxoyê Rizgar Hesen Teyîb, CZN Burak û bavê wî li hev anîn.

Piştî sê mehan ji xeyidînê, bazirganê Zaxoyî Rizgar Hesen Teyîbê ku wek Rizgar Sak jî tê naskirin şefê navdar ê Tirkiyeyê CZN Burak û bavê wî li hev anîn.

Piştî lihevhatinê her du aliyan biryar da ku dawiyê li nakokiyên di navbera xwe de bînin.

Şefê navdar CZN Burakê ku bi saya karsazê Zaxoyî Rizgar Hesen Teyîb bi bavê xwe re li hev hat, bi rêya Rûdawê spasiya Rizgar Hesen Teyîb kir û ragihand ku êdî ti pirsgirêk di navbera wî û bavê wî de nemaye.

Şef CZN Burak ê ku li ser tora civakî bi belavkirina vîdeoyên xwarinê di cîhanê de binavûdeng e, ji ber sedemekê ji bavê xwe xeyidîbû û nakokî di navbera wî û bavê wî de çêbûbûn.

CZN Burakê ku navê wî yê fermî Muhammed Burak Ozdemîr e li ser hesabên xwe yên tora civakî rojane behsa pirsgirêkên di navbera xwe û bavê xwe de dikir.

CZN Burak bavê xwe bi wê yekê tohmetbar dikir ku ew di warê bazirganiyê de xapandiye.

Li ser vê yekê bazirganê ji Zaxoya Herêma Kurdistanê Rizgar Hesen Teyîb bû navbeynkar û Şef Burak û bavê wî li hev anîn.

“Ez û CZN Burak şirîkên hev in”

Rizgar Hesen Teyîbê ku xwediyê kompanyaya Divesê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Ez û CZN Burak şirîkên hev in.”

Ew, ji nankokiyên di navbera CZN Burak û bavê wî de aciz bûye û ji ber wê jî bûye navbeynkar û bav û kur li hev anîne.

Karsazê Zaxoyî Rizgar Hesen Teyîbê ku wek Rizgar Sak jî tê naskirin herwiha got:

“Hinek pêwendiyên bazirganiyê di navbera wan de hebûn. Li ser hinek xalan di navbera wan de ji hev tênegihîştinek hebû.

Bi taybetî piştî pêvajoya erdheja ku li Hatayê çêbûye, hinek pirsgirêkan di navbera wan de dest pê kir.”

"Ti pirsgirêkên bazirganî di navbera bav û kur de nemane"

Karsazê Zaxoyî ragihand ku pirsgirêkên di navbera CZN Burak û bavê wî de heta dadgehê jî çûne û her du aliyan li hemberî hev doz tomar kiribû û got:

“Wek Dives Holdîngê pêwendiyeke me ya bazirganiyê bi wê markeyê re heye. Em li Dubaiyê bi hev re ne û şirîkên hev in.

Ji bilî Dubaiyê em li welatên din jî çalak in. Me bi başî zanî ku em destwerdana vê mijarê bikin. Em çûn Stenbolê. Me bi her du aliyan re jî danûstandin kirin.

Me hewl da em van pirsgirêkên bazirganiyê yên di navbera wan de çareser bikin. Em gihîştin merheleyeke baş û me ew li hev anîn.

Spas ji Xwedê re ku niha ti pirsgirêkên bazirganiyê û meseleyên din di navbera bav û kur de nemane û em dikarin vê bi dilxweşî ragihînin.”

Piştî Rizgar Hesen, CZN Burak bixwe jî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û spasiya karsazê Kurd Rizgar Hesen Teyîb kir ku ew û bavê wî li hev anîne.

CZN Burak ragihand tevî ku ew bav û kur in jî lê di heman demê şirîk in jî lewma di warê bazirganî de rûbirûyî hinek pirsgirêkan bûne û ew bi saya Rizgar Hesen Teyîp li hev hatine.

Rizgar Hesen xwediyê kompanyaya Dives Holdingê ye û xwediyê hemû mafên restorantên CZN Burak yên li derveyî Tirkiyeyê ye.

Rizgar Hesen Teyîb kî ye?

Bazirganê Kurd Rizgar Hesen Teyîb ji Zaxoyê ye û 20.10.1976an ji dayik bûye.

Xwediyê kompanyaya Divesê ye û di warê xorak, werziş û çend sektorên din de bazirganiyê dike.

Li Hewlêr, Dubaî, Stenbol, Dohayê û gelek cihên din ên cîhanê bazirganiyê dike.

Rizgar Hesen Teyîb zewiciye û bavê 3 zarokan e.

Çi bûbû?

Beriya 3 mehan CZN Burak ragihandibû ku bavê wî ew xapandiye û dixwaze rê li ber pêşveçûna wî bigire.

Burak behsa wê yekê jî dikir ku wî dixwest alîkariyên zêdetir bide qurbaniyên erdhejê lê bavê wî rê li ber wî digire.

Wê demê, bavê Şef Burak kurê xwe ji temamiya mîrasa xwe bêbeş kir.

Ji ber wê jî Burak biryar dabû otomobîlên xwe bifiroşe û xwaringeheke nû veke.

Bavê wî jî li ser vê yekê dest bi firotina navên restorantên CZN Burak kir. Niha çendîn restorant bi navê CZN Burak hene.

Şef Burak jî li ser vê yekê giliyê bavê xwe kiribû û dosyeyên wan gihîştibûn dadgehê.

Burak rojane li ser tora civakî vîdeo belav dikirin û digot ku bavê wî neheqî li wî kiriye.

Li hemberî van gotinên CZN Burak bavê wî Îsmaîl Ozdemîr gotibû:

“Min bi ti awayî kurê xwe nexapandiye û fêl lê nekirine û ew alîkariyên ku Burak didan jî ji bo reklamê bûn.

Kurê min dayika xwe li dijî min bi kar tîne. Dixwaze li min bike dijmin.”

Malbata Şef Burak xelkê bajarê Hatayê yê Tirkiyeyê ye. Di erdhejên 6ê Sibatê de Burak Ozdemîr komek alîkariyên mirovî ji qurbaniyên erdhejê re şandibûn û bixwe jî çend rojan li herêma erdhejê mabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst