Tirkiyê ji bo kirîna beşa duyam a S-400 peymaneke nû îmze kir

16-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya S-400
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê ji bo wergirtina beşa duyemîn a pergala parastina hewayî ya S-400ê, ligel Rûsyayê peymanek îmze kir.

Dîrektorê Servîsa Hevkariya Leşkerî-Teknîkî ya Federal li Rûsyayê Dmitri Shugayev ragihand ku Tirkiyeyê ji bo temînkirina beşa duyemîn a pergala parastina hewayî ya S-400ê peyman îmze kir.

Dmitri Shugayev ji TASSê re axivî û diyar kir ku di peymana ku bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin de, hilberîna hin beşên pergala parastina hewayî ya S-400an li Tirkiyê bê kirin jî lixwe digire.

Bi gotina Shugayev peyman niha di pratîkê de tê cîbicîkirin.

Shugayev, di bersiva pirsekê de derbarê sedemên paşxistina danûstandinên li ser dabînkirina beşa duyemîn a pergala parastina hewayî ya S-400 de jî got: "Rewşa siyasî ya dijwar a îsal, bandoreke neyînî li hin aliyên peywendiyên Rûsyayê yên bi hevkaran re kiriye.”

Shugayev herwiha got, "Li gorî lihevkirinên di navbera serokên her du welatan de hevkariya leşkerî-teknîkî ya bi Tirkiyeyê re pêş dikeve. Em plan dikin ku şirîkatiya xwe ya bi Tirkiyeyê re li ser bingehek zelal û di berjewendiyan de be bidomînin."

Dîrektorê Servîsa Hevkariya Leşkerî-Teknîkî ya Federal li Rûsyayê Dmitri Shugayev di heman demê de diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya S-400 sîstemeke bêhempa ye û heta niha tu dewletî sîstemeke bi vî rengî çênekiriye.

Çi bibû?

Tirkiyê di sala 2017an de bi Rûsyayê re ji bo wergirtina 4 pergelên parastina hewayî yên S-400an bi bihayê 2,5 milyar dolarî peyman îmze kiribû. Tirkiye bibû yekemîn welatê NATO yê ku sîstema S-400 kiriye.

Amerîkayê ji Tirkiyê xwest ku pergela S-400 ji destê xwe derbixe û wê bikar neyne, lê belê Tirkiyeyê ragihand ku ew dê  wê sîstem bi awayekî aktîf bikar bînin. Piştî vê yekê Amerîkayê Tirkiye ji bernameya firokeyên şer ên F-35 derxist û di çarçoveya CAATSAyê de Tirkiye rûbirûyê sizayan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst