Demirtaş bersiva 'taştêya Selo' ya Erdogan da

16-08-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Taştêya Selo Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Edirneyê girtiye li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên “Taştêya Selo” wiha bersiv da “Ev zîrekiyeke çewa ye, afirîrneriyeke çewa ye! Xweda jî... We çewa dizanibe bila wisa bike.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan çend roj berê li bajarê Çorumê yê Tirkiyê di axavtineke xwe de gotibû “Ez posterekî dibînim. Dibêjin meniya maseya şeşan. Dibe ku we ev menu dîtibe. Li ser maseyê çi heye? Şorbeya derew heye, kebaba qoltixê heye, dolmeya Qendîlê heye, seleteya kelekelê heye. Ji xeynî wan taştêya Selo heye. Ji xeynî wê pirteqala Wahsingtonê heye. Bixwe teta tu dikaribî bixwe.”

Selahattîn Demêtaş li ser van gotinên Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê bi vî rengî bersiv da:

“Xweda, ji hîktmetê te pirs nayê kirin lî dema ku te hiş belav kir, çima te hemû da wan me bêpar hişt? Ev zîrekiyeke çewa ye, afirîrneriyeke çewa ye! Xweda jî... We çewa dizanibe bila wisa bike.

Bila brayên min ên Wanî li qusûrê nenêrin lê êdî ligel taştêya Wanê tiştek bi navê taştêya Selo jî heye. Bêyî wergirtina yek qurişekî em bayîtiyê didin 81 parêzgehan. Tenê ji Şakir re tine, ji ber ku ew her roj li taştêya qesrê dixwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst