HDPê ji bo doza girtinê dema zêde xwest

16-08-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Doza Girtina HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê doza girtna xwe de ji bo parastina xwe bike daxwaza dema zêde kir.

HDPê têkildarî doza girtina xwe de ji bo parastina xwe bike ji Dadgeha Destûra Bingehîn dema zêde xwest. 

Eger daxwaza HDPê were qebûlkirin, dema parastinê ya ji 60 rojan dê bo 90 rojan were dirêjkirin, lê neyê qebûlkirin  HDP jî dê di heyama 60 rojan de parastina xwe temam bike û pêşkêşî dadgehê bike. 

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkkiyê divê heta 7ê Îlona 2021ê derbarê serlêdana HDPê de biryara xwe eşkere bike.

Dadgeha Destûra Bingehîn di Hezîrana îsal de îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya ji bo girtina HDPê qebûl kir.

Bi qebûlkirina yekdengî ya îdîanameyê, pêvajoya girtina HDPê ku di 15ê Cotmeha 2012an de hatibû damezrandin, bi awayekî fermî dest pê kir.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst