Li Manîsa û Îzmîrê şewata daristanan: 3 mirî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Çeşme Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, agir bi daristanê ket û 3 kesan canê xwe ji dest da.

Herwiha li Manisayê jî agirê ku doh bi daristanê ketibû heta niha berdewam e.

Li nêzîkî gundê Alaçatiyê yê Çeşmeyê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê 2 balafir, 4 helîkopter, 19 otomobîlên agirvemirandinê, 3 makîneyên kar û tîmên agirvemirandinê çûn cihê şewatê.

Ji ber bayê zêde agir di demeke kurt de belav bû û xaniyên li derdorê hatin valakirin.

Agir di encama xebatên tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.

Lê di encam de Mesut Coşkunê 68 salî, Hilmî Coşkunê 38 salî û Mîne Elmasa 35 salî di nav agir de man û canê xwe ji dest da.

Bi tohmeta ku di hewşa mala xwe de lehîm kirine û bûne sedema agir jî 4 kes hatin desteserkirin.

Ji aliyê din ve heman rojê li navçeya Menderesê ya Îzmirê û navçeya Somayê ya Manisayê jî agir bi daristanê ket.

Li Somayê 2 gundên nêzîkî agir hatin valakirin û agir heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst