Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê, îro li Enqereyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Aborî û mûçeyên malnîşînan mijarên herî giring ên civîna kabîneyê ne.

Kabîneya Tirkiyeyê, demjimêr 15:00an li Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Di civîna kabîneyê de mijara sereke zêdekirina mûçeyên malnîşînan e ku demeke dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Herwiha aborî, enflasyona bilind û tedbîrên li dijî bihayên zêde têne nirxandin.

Mijarên siyasî yên nav welat û derveyî welat jî di rojeva civînê de ne.

Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.