Stranbêj Erkan Doganay di êrîşa çekdarî de birîndar bû

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Erkan Doganay Êrîşa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêj Erkan Doganay ê ku li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ji cihê ku derdiket ser dikê, rastî êrîşa çekdarî hat û di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû.

Bûyer duh êvarê di derdora seat 23.00an de li Taxa Ambarliyê ya Avcilarê pêk hat.

Dema ku stranbêj Erkan Doganay ê 20 salî ji cihê ku lê stran digot derdiket, ji aliyê kesên ku di otomobîleke gewr de bûn hat gulebarankirin.

Li gorî nûçeya DHAyê stranbêjê ciwan ê ku ji ber guleyên li ku zik û sînga wî ketin bi giranî birîndar bû û bi taksiyê rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Avcilarê.

Piştî êrîşê pismamê Erkan Doganay stranbêjê navdar Uygar Doganay û xizmên wî çûn nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku li nexweşxaneya ku Erkan Doganay rakirinê, ji ber derfetên tendirustiyê yên nexweşxaneyê têrê nakin di navbera xebatkarên ambûlans û nexweşxaneyê de rageşî derketiye. Li ser israra xizmên wî Doganay rakirin Nexweşxaneya Çam Sakura.

Herwiha polîsan ji bo tespîtkirin û girtina êrîşkarên ku reviyane lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.

Stranbêj Uygar Doganay derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û tê de dibêje “Hûn ewqasî nemerd in ku kemînê ji bo xortekî 20 salî datînin û wî gulebaran dikin, hûn tirsonek in. Şerefa we tine, emê şerefê bi we bidin hînkirin, ji niha û pê ve bi xêr be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst