Dadgeha Destûra Bingehîn: Mafên Fîgen Yuksekdag hatine binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a Tirkiyê biryar da, mafên Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag hatine binpêkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) sedema vê biryarê de diyar kir, berî ku Fîgen Yuksekdag wek parlamenter were hilbijartin li ser gora endamekî MLKPê beşdarî bîranînê bûye û ji ber vê parlamenteriya wê hatiye betalkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn darizandina Fîgen Yuksekdag a piştî ku wek parlamenter hat hilbijartin wek binpêkirina parêzbendiya wê ya qanûnî destnîşan kir û biryar da ku mafên Fîgen Yuksekdagê yên wek "hilbijartin" û "azadiya xebatên siyasî" hatine astengkirin.

Li gor nûçeya Evrenselê Dadgeha Destûra Bingehîn, daxwaza ji nû ve darizandinê red kiriye û bi piraniya dengan biryar daye ku mafê azadiya raman û xweîfadekirinê ya Yuksekdag û mafê wê yê hilbijartinê û xebatên siyasî hatine binpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku ji ber binpêkirinan 30 hezar TL ji bo zirara manewî bide Fîgen Yuksekdag lê ji ber ku Yuksekdag dokumentên li ser zirara xwe ya madî de pêşkêş nekir, daxwaza qerebûkirina madî jî red kir.