Leşkeran dest danîn ser televizyona CNNturk û ajansa DHA

Navenda Nûçeyan - Demek berî niha leşkerên Tirkiyê ku darbe pêk anîne, derbasî nav avahiyên televizyona CNNturk û Ajansa Nûçeyan a Doganê bûn.

 

Leşkeran dest danîne ser ajansa DHAyê û weşana wê bi timamî hat rawestandin.

 

Herwiha televizyona CNNturk jî di nûçeyeke bilez de ragihand, ku weşanda wê dê were rawestandin.

 

Di weşana zindî ya CNNturk de jî alozî derket û karmend û stafa televizyonê ji navenda weşanê derketin, lê weşanda wê hêj bi timamî nehatiye sekinandin.