Li Tirkiyeyê avakirina hikûmetê û pêvajoya çareseriyê
Enqere (Rûdaw) - Piştî bi dawîhatina gera yekem a hevdîtinên pêkanîna hikûmeteke hevpeymanî li Tirkiyê, eşkere ye ku ti encameke berbiçav ji van hevdîtinan derneketiye.
Lê bawerî ew e ku AK Partî û CHPê piştî hevdîtinan nêzîkî hev bûne. HDPê jî pêvajoyaa çareseriyê careke din aniye rojeva Tirkiyê û AK Partiyê.
Li Tirkiyeyê ji bo pêkînana hikumeteke hevpeymanî gera yekem a hevdîtinan hat temam kirin. Her çend di hevdîtinan de encameke berbiçav eşkere nebibe jî hêviya avakirina hikumeteke hevpeymanî di navbera AK Partî û CHPê de dê gorî demên berê zêdetir bûye.
Beşek şirovekar behsa wê yekê dikin ku heke CHP û AK Partî pêkve hikumetekê ava bikin, dê HDP jî piştgiriya wan bike û ev yek dê bandoreke baş li ser pêvajoya çareseriyê jî bike.
Şirovekar Muharrem Sarikaya ji Rûdawê re got, xuyaye ku AK Partî dê CHPê bike şirikê hikumetê û her du partî dê di bin banê parlementoyê de pêvajoyê çareseriyê jî zindî bikin û wiha domand:
“MHP û HDPê jî dixwazin pêvajo li parlementoyê bê gotûbêj kirin. CHP êdî neçare ku rola xwe ya dîrokî bilîze û destê xwe bixe bin keviran. Divê CHP ji pêvajoya çareseriyê xwedî derbikeve.”
Ji aliyê din baskê netewperest û kemalistên di neva CHPê de hê jî gefa têkbirina pêvajoyê dikin. Helwesta kemalîstên di nava CHPê de destê Serokê Partiyê Kemal Kiliçdaoglu jî bêhêz dike û ev mesele di nava CHPê de dibe sedema nakokiyan.
Rojnamevan Namik Durukan derbarê mijarê de ji Rûdawê re wiha got: “CHP gelek nêzîkî pêkanîna hikumetê bûye. Lê dema em bi çavê CHPê pêvajoyê şirove bikin, xuyaye ku CHP yekdeng nîne. Di nav CHPê de dengên cuda hene û ew zorê didin Kemal Kiliçdaroglu. Heger Kiliçdaroglu li hember aliyên Kemalist berxwe bide dikare bibe beşek ji pêvajoya çareseriyê.”
Şanda AK Partiyê di çarçoveya pêknîna hikumetê de hevdîtin bi HDPê re jî pêk anî. Lê di hevdîtina HDPê û AK Partiyê mijara sereke ne pêkînana hikûmetê, proseya çareseriyê bû.