Alî Yerlîkaya bilançoya cejnê eşkere kir: 852 qezayên trafîkê çêbûne

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di roja yekem a bêhnvedana Cejna Qurbanê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 852 qezayên trafîkê çêbûne û 5 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê li ser rewşa trafîkê û qezayên trafîkê yên din bêhnvedana Cejna Qurbanê de peyamek belav kir.

Li gorî amarên Yerlîkaya belav kirine, roja Semiyê 15ê Hezîranê di nav 24 demjimêran de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 852 qezayên trafîkê çêbûne.

Ji ber wan qezayan 5 kesan canê xwe ji dest daye û hezar û 421 welatî jî birîndar bûne.

Her sal her çend ku hişyarî tê dayîn jî ji ber di bêhnvedana cejnan de çûn û hatin zêde dibe qezayên trafîkê jî zêde dibin û di encamê de hinek welatî canê xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst