​Li du parêzgehên Tirkiyeyê şerê malbatan: 4 kes hatin kuştin

16-06-2024
RÛDAW
Nîşan Eskîşehir Antalya Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Eskîşehîrê kesekî piştî hevjîna xwe û keça wê kuştin bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li Antalyayê jî bavekî ji ber cihê parka otomobîlê kurê xwe kuşt. 

Li gorî zanyariyên medyaya Tirkiyeyê, li navçeya Tepebaşiyê ya Eskişehirê welatiyê bi navê Gurkan Çîftçî bi hevjîna xwe pev çû û piştre bi çekê hevjîna xwe kuşt.

Herwiha Çîftçî piştre çû malê û keça hevjîna xwe Cemre Gurpinar a 16 salî jî kuşt û li wê derê xwe jî kuşt.

Heta niha sedema bûyerê nayê zanîn û tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Li Antalyayê bavekî kurê xwe kuşt

Li aliyê din, li navçeya Serikê ya Antalyayê jî bavekî kurê xwe kuşt.

Li gorî nûçeya DHAyê bûyer doh êvarî saet 18:00an li Taxa Haspinarê pêk hat.

Li ser parkkirina otomobîlê nîqaş di navbera Mustafa Kok û kurê wî Îsmaîl Kok de derket.

Mustafa Kok kurê xwe Îsmaîl Kok da ber guleyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tespît kir ku Îsmaîl Kok jiyana xwe ji dest daye.

Mustafa Kok jî bi tohmeta kuştina kurê xwe hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst