Mehmet Şîmşek: Em dê bi modeleke wiha berdewam bikin ku xweşguzariya civakê zêde bike

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmeşek piştî civîna ligel Bankeyên Tirkiyê li ser rewşa aborî got, ”Em dê bi modelek wiha li ser rêya xwe berdewan bikin ku xweşguzariya civakê zêde bike.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmeşek roja Înê 16ê Hezîrana 2023an piştî civîna xwe ya ligel Komaleya Karasaz û Pîşesazkarên Tirk (TUSÎAD), ligel Yekitiya Bankeyên Tirkiyê civiya. Civîn derdora 3 demjimêran berdewam kir. Mehmet Şîmşek piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Şîmşek ragihand ku ew dê di çarçoveya xebatên bernameya nû ya aboriya Tirkiyê de serdana hemû aliyan bike û got, “Em dê ligel karsaz, sektora fînansê, sendîka û hemû aliyan bicivin û gotûbêjan bikin.”

Mehmet Şîmşek got, “Înşallah bi awayekî bihêz em dê  bo welatê me li ser bingehên veberanîn, hinarde, berhemanîn û îstîhdamê, bi modeleke wiha li ser rêya xwe berdewam bikin ku di nav civakê de xweşguzariyê zêde bike.”

Wezîrê Xezîne û Darayî ya Tirkiyê Mehmet Şîmşek, ragihand ku civîna wî ya ligel Yekitiya Bankeyên Tirkiyê civîneke şêwrê bû û got ku di civînê de li ser rewşa aboriya Tirkiyê û sektora bankî gotûbêj hatine kirin.

Di van demên dawî de bi taybet piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê rewşa aboriya Tirkiyê xirabtir dibe. Rêjeya enfilasyonê bilind dibe û lîreyê Tirkî roj bi roj nirxê xwe ji dest dide. Bi vê yekê jî nirxê kelûpel û pêdiviyên jiyanê di nav bazaran de biha dibin û hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe. Ji hilbijartinan ve lîreyê Tirkî  li hember dolar derdora ji sedî 20 nirxê xwe ji dest daye.

Opozîsyon û piraniya aborînasan sedema sereke ya vê rewşa aborî bi polîtîkaya daxistina rêjeya sûda bankî ya  hikumeta Tirkiyê ve girêdidin. Lê piştî hilbijartinan  Hikumeta Nû ya Tirkiyê hewil dide bi çend pêngavan careke din rewşa aborî vegerîne rewşa berê û ji bo vê jî Wezîrê Berê yê Aboriyê Mehmet Şîmşek careke din di kabêneya vê care de kir Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê.

Niha behsa wê yekê tê kirin ku  Şîmşek dê polîtîkaya aborî bi temamî biguhere û berovajî hikumeta berî niha rêjeya sûda bankî careke din  zêde bike. Li gor zanyariyan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ev yek qebûl kiriye ku pêştir bi temamî ligel wê yekê bû ku sûda bankî bê daxistin.

Rêjeya sûda bankî ya niha ji sedî 8.5 e, lê Banka Navendî ya Tirkiyê 22ê Hezîrana 2023an rêjeya nû sûda bankî radigehîne. Li gorî pêşbîniyên beşek ji aborînasan dê Banka Navendî ya Tirkiyê  wê rêjeyê bo ji sedî 25 heta ji sedî 30ê zêde bike.

Wezîrê Xezîne û Darayî ya Tirkiyê Mehmet Şîmek got, “Em ligel bankeyên xwe hatin ba hev. Me ligel rêveberiya desteya giştî ya Yekitiya Bankeyan gotûbêj kirin. Vê serdemê di çarçoveya bernameya nû de em ligel hemû  aliyên civakê, karsaz, sektora fînansê, sendîkayên xwe û hemû aliyan gotûbêjan dikin. “Înşallah bi awayekî bihêz em dê bo welatê me li ser bingehên veberanîn, hinarde, berhemanîn û îstîhdamê, bi modeleke wiha li ser rêya xwe berdewam bikin ku di nav civakê de xweşguzariyê zêde bike. Ev civîneke şêwrê bû. Me li ser rewşa aborî ya Tirkiyê û sektora bankeyan gotûbêj kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst