Dosya Salihe Aydeniz bo Wezareta Dadê hat şandin

Hewlêrê (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dosya ku ji bo Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Salihe Aydeniz hatibû amade kirin, ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re şand.

Dosya Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Salihe Aydeniz 16ê Hezîrana 2022ê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re hat şandin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de bi sûcdariya “li dijî polîsê peywîrdar derketin” lêpirsîn dabû destpêkirin û 15ê Hezîrana 2022ê dosyaya derbarê wê de ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şandibû.

Piştî Wezareta Dadê dê dosye bi armanca rakirina parêzbendiya parlamenteriya Salihe Aydeniz bo parlamentoya Tirkiyê bê şandin.

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz di 12ê Hezîranê de li dijî dorpêça polîsan ku ji Meşa Gemlikê re bûbûn asteng, derketibû û di navbera parlamenteran û polîsan de alozî derketibû.

Şaxa Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser çalakiya bi navê "Li hemberî siyaseta tecrîdê bo parastina azadiyê ber bi Gemlikê ve dimeşin" lêkolînên xwe temam kiribû û di raportê de tê gotin ku Parlamentera DBPê Salihe Aydeniz kulm li polîsekî xistiye.

HDP jî dibêje di çalakiyê de polîsan guşar û zexteke zêde li beşdaran kirine û Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî ragihandibû ku her çiqas polîs hebûn bo Kadikoyê hatibûn şandin.