‘Nirxên neteweyî nabin cihê sûc û tawanê’

16-06-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Dawet Kesk û Sor û Zer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi hinceta ku di dawetekê de puşiya bi rengên kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine 10 kes hatin girtin. Hat diyarkirin ku ji bilî zava û 9 kesên ku di dawetekê de li Esenyurt a Stenbolê puşiya bi rengên kesk û sor û zer girêdane hatin girtin, mûzîsyenên ku di dawetê de stranên kurdî lêxistin û bûk jî ji bo îfadeyê hatin vexwendin. Parêzerê malbatê Azad Rêzan Gezer li ser girêdana puşiya bi rengên kesk û sor û zer û stranên Kurdî ji Rûdawê re got, “Nirxên neteweyî nabin cihê sûc û tawanê.”

Roja 12ê Hezîrana 2022an li Beşa Mehrê ya Şaredariya navçeya Esenyurt a Stenbolê merasîma mehrê ya welatiyê bi navê Mesut Karçik hat kirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê roja 14ê Hezîrana 2022an bi hinceta ku kesên beşdar di merasîmê de puşiyên bi rengê kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine Zava Mesud Karçik û bavê wî Tahsîn Karçik jî di nav de 10 kes bêyî îfadeyê, biryara girtina wan hat dayîn û ew şandin Girtîgeha Metrîsê. 

Parêzerê malbatê û Endamê Komelaya Hiqûqnasên Azad (OHD) Azad Rêzan Gezer ji nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re axivî û diyar kir ku di nav kesên ku hatine girtin de kesên temenê wan di navbera 60 û 50 salî de û nexweş hene.

Endamê Komelaya Hiqûqnasên Azad (OHD) Azad Rêzan Gezer ku parêzeriya malbatê dike ji Rûdawê re da zanîn, “Di nav kesên hatine girtin de kesên ku temenê wan 60-50 salî ne û nexweş in jî hene. Kesên hatine girtin bo Girtîgeha Metrisê ya Esenler a Stenbolê hatine şandin. Bûk jî di nav gumanbaran de ye, lê hêj bo îfadeyê nehatiye vexwendin. Her wiha îro 2 stranbêjên ku di dawetê de stranên Kurdî gotine bo îfadeyê hatine vexwendin. Eger heye ku ew jî bên girtin. Bi rastî bêyî cidiyet li vê dosyayê dinêrin. Nirxên neteweyî nabin cihê sûc û tawanê. Em ê bibin şopdarê vê doza ne hiqûqî.”

Muzîkjen Celadet Doner, Orhan Îdîz, Senar Ok û Hakan Îdîz ên ku ji bo îfadeyê hatibûn vexwendin hatin desteserkirin. Muzîkjenên ku hatin desteserkirin bo Dadgeriya Cezaya Sulhê hatin şandin, bi qedexeya derketina derve serbest hatin berdan.

Li aliyê din Parlamentera HDPê ya Amedê Meral Daniş Beştaş duh Çarşemê di rûniştina Parlamentoya Tirkiyê de li ser 10 kesên ku bi hinceta puşiyên bi rengê kesk û sor û zer girêdane û stranên Kurdî gotine hatin girtin, axivî.

Parlamenterê HDPê Meral Daniş Beştaş got, “Ev qeyda dadgehê ya dijminatiya Kurdan e. Ewqas bêçare ne ku heger karibin dê rengên zer, sor û kesk ji çirayên trafîkê jî rakin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst