Şaredariyê hemû xizmetguzarî li ser taxekê qut kirin

Stenbol (Rûdaw) - Li taxeke girêdayî Navçeya Beyogluyê ya Stenbolê di van rojan de xelk tûşî zehmetiyên gelekî giran û jiyanî hatiye kirin. Taxa Fetîhtepe ku nêzikî 5 hezar kes lê dijî ketiye ber projeyeke veguhestina bajêr.

Şaredariya Beyogluyê givaşê li xelkê dike da taxê çol bikin û dema xelkê ew yek qebûl nekir jî av û gaz û kareba li taxê hate birîn. Bi dehan nexweşên ku jiyana wan girêdayî ye bi karebayê, zarok û temamê şêniyên taxê bê av û gaz û kareba dijîn.

Polîs bi hêzeke mezin ketiye taxê, gelek derî bace şikandine û bi darê zorê cîhazên van xizmetguzariyan jê kirine.

Xelk çaverê ye da alternatîfek goncav bo wan bê amadekirin ku ew karibin xaniyên xwe vala bikin. Lê bêyî ku tercîhek wan hebe zor li wan tê kirin da taxê vala bikin. Xelkê taxê li ser piya ye û dibêjin heta me nekujin em ji vir dernakevin.

Ew pîrejina di nava nivînan de ku xelka Ezirganê ye nişteciya taxa Fetîhtepe ya ser bi Beyoglû ya Stenbolê ve ye. Keça wê bi caw û çarşefan hewl dide dayka xwe ya nexweşa koah û çend nexweşiyên din hênik bike.

Pîra 85 salî bi çendîn corên dermanan û bi cîhaza henaseyê dikare jiyana xwe berdewam bike. Lê Şaredariya Beyoglûyê gaz û av û kareba li ser wan qut kiriye. Ew jî di van rojên dawîn ên jiyana xwe de weke hemû nişteciyên din yên taxê ketiye ber givaşa şaredariyê bi hinceta veguhestina bajarvaniyê. Projeyeke avadaniyê bo taxê hatiye amadekirin û niha jî bi hêza polîsan tê xwestin ku ew xanî û taxa xwe çol bikin.

Welatiya bi navê Goknur Kartal dibêje: “Xelk di nava kêşeyan de dijî. Li jorê saloneke werzişê heye û xelk diçe li wê derê serê xwe dişon. Carina şaredarî bi tankêran avê tîne û em bixwe alîkariya hev dikin. Em jî pirsa wê dikin, di vê serdemê de ew tablo li Tirkiye cihê şermê ye.”

Li vê avahiyê jî ne gaz ne av û ne jî kareba heye û ew pîrejin jî bi saya maliyên xwe hewl dide dakeve xarê. Şewlên mobailên xwe vekirine da pêşiya xwe bibînin û derkevin ronahiya rojê. Li gor ku ew dibên polîsan deriyê avahiyê şikandiye û bi darê zorê xizmetguzarî li wan qut kiriye.

Welatî Fîkret Ocal jî got: “Ew dewlet çi ji me dixwaze kurê min, bo xwedê bêjin. Kareba ya min jî nîn e, av jî nîn e gaz jî. Tenê tupekî me yê biçûk heye û bûka min li ser şîvê çêdike. Me hemû eşya daye hev û em li xanî digerin lê dibêjin 5 hezar.

Almîra Demîrbîlek jî dibêje: “Ez ji vir bang li serokamarê me dikim. Te 500 polîsên dijteror anîn û xistin vir ma qey em terorîstin. Em misilmanin. Ez AKPyî me. Bila lêbikolin, navê min Almîra Demîrbîlek e û bi salan min rey daye AKP û xizmeta wê kiriye.”

Li taxê 980 xanî ketine ber projeya veguhestinê ku di sala 2016an de hatiye pesend kirin. Nêzikî 5 hezar kes di van xaniyan de dimînin û ew jî qayîl in ku xaniyên wan bêne nûkirin. Lê daxwaz dikin da dewlet heqê kirêyê bide wan ku ew herin cihekî nû heta ku tax hatiye nûjenkirin. Lê dewlet tenê mehê hezar û 800 lîre pêşniyaz dike. Kêmane heqê kirêyan di van rojan de li Stenbolê 5-6 hezar e. Arîşe ji ber vê derdikeve û niha givaşa li ser wan gihîştiye kertika dawîn. Tenê maye ku xanî bi ser wan de bêne xirakirin heta ku xaniyên xwe vala nekin.

Serokê Komeleya Fetîhtepe Şenel Kartal jî got: “Av, gaz û karebaya 80 ji sedî ya taxê qutkirî ye. Xelk mexdûr e. Em dibêjin bi peymaneke dualî ew kêşe çareser dibe. Bila heqê kirêya me bidin da em herin cihekî din. Bila wê garantiyê bidin me ku emê dîsa vegerin cihê xwe û ew bes e. ji sedî 86ê vir bi tapû ye. Daxwaza me tenê ew e lê ew weke leşkerên Îsraîl ku dikevin nava Filîstînê ketin vir.

Projeya ku Wezareta Bajarvaniyê jî şîrikê wê ye bêyî ku şêniyên taxê bêne qanihkirin berdewam dike. Ew jî bi israr in ku bi tu awayî xaniyên xwe nehêlin. Ji ber ku av nîn e û havîn e, şêniyên taxê diçin li saloneke werzişê ser û cilên xwe dişon. Li hêlekê jî guhê wan li derî dergeyan e bê ka seyareyên xirakirina xaniyan kêngê tên. Tevî van şert û mercan jî her roj wiha li hev kom dibin da dengê xwe bigihînin qatên jor, da çareyek ji halê wan re bê nivîsîn.