Li Bendera Mêrsînê dest bi ser 1 ton kokaîn de hat girtin

16-06-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mêrsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendera Mêrsînê 1 ton kokaîn ji aliyê tîmên Parastina Gumrikê ser bi Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ve hatiye girtin.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş ragihand ku li Bendera Mêrsînê 1 ton kokaîn hatiye girtin û got: “Li Tirkiyê heta roja îro ev yekem car e hewqas kokaîn bê girtin.”

Mehmet Muş girtina kokaînê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand û got: “Li Bendera Mêrsînê 1 ton kokaîn ji aliyê tîmên Parastina Gumrikê ser bi Wezareta Bazirganiyê ve hat girtin. Li Tirkiyê heta roja îro ev yekem car e hewqas kokaîn bê girtin. Ez ji ber vê operasyona serkeftî sipasiya tîmên Parastina Gumrikê dikim.”

Hêzên ewlehiyê yên Panama, 6ê Gulana 2021ê ragihandin ku dest bi ser 616 pakêt kokaîn di konteynira keştiyek ku ji bendera Bolivar a Ekvador ber bi bendera Mersin ve diçû de girtin.

Polîsê Kolombiyayê jî di 9ê Hezîrana 2020an de, li bendera Buenaventura dest bi ser nêzîkê 5 ton kokaîn de girtibûn. Rayedarên Kolombiyayê ragihandibûn ku ew keştî ber bi Îzmîrê ve diçû.

Mafyager Sedat Peker jî di vîdeoyên xwe de Mehmet Agar û kurê serokwezîrê berê Binalî Yildirim ê bi navê Erkam Yildiri bi veguhestina madeyên hişber tawanbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst