Ji Erdogan ji bo Amerîkayê: Hûn çima li Kobanî firokexane çêdikin?

16-06-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amerîka PYD YPG
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêwendiyên Amerîka û PYD/YPGê de nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Ez şêweyê danûstanina Amerîkayê ya bi PYD/YPGê re qet rast nabînim. Efserên Amerîkayê bi rêxistina terorê re tevdigerin. Mixabin gelek çek dane wan.”

 

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji televizyona RTP TV ya portûgalî re axivî, rexne li pêwendiyên Amerîka û PYDê girtin û diyar kir, ku ew şêweyê danûstanina Amerîkayê guncayî û rast nabîne.

 

Erdogan got: “Têkiliyên wan ên bi van rêxistinan re gelekî xelet in. Efserên Amerîkayê bi rêxistina terorê re tevdigerin. Mixabin gelek çek jî dane wan. Di nav de çekên giran jî hene. Weke din, hûn dizanin Amerîka li Kobanê binkeya esmanî ava dike. Bi avakirina vê firokexaneyê dê sibe firoke jî li wir dakevin. Ew jî dê li wir bicîh bibin. Baş e ma ji ti kes dê ji we nepirse ka hûn çima van tiştan dikin û çima diçin wan deran?”

 

Erdogan herwiha PYD û YPG jî weke zarokên PKKê binav kir û da xuyakirin: “Hûn qebûl dikin PKK rêxistineke terorîst e, lê yên din qebûl nakin? Min ji birêz Trump bi xwe re jî got. Niha hûn bi hev re diçin Reqayê. Ma li kêr Amerîkayê tê bi rêxistineke terorê re hereket bike? Lê ew ya xwe dikin. Lê me ev jî got, eger destêwerdanek bo welatê me çêbibe em ji kesî napirsin, napeyivin, ya pêwîst dike emê bikin.”

 

Siyaseta Îranê

 

Derbarê pirsa liser Îranê Serokomarê Tirkiyê Erdogan got: “Li herêmê hin mijarên ku em bi Îranê re li hev dikin hene, yên em li hev nakin hene. Ev nayê wê wateyê ku helwesta me û ya Amerîkayê ya li ser Îranê yek e. Di heman demê de hin nêrînên neyênî yên Rûsyayê jî der barê Îranê de hene. Ya giring ew e ku Îran li Sûriye û Îraqê heye û divê em binêrin ka dê ev pirsgirêk çawa çareser bibe. Îran li Sûriye û Iraqê polîtîkaya mezhebî dimeşîne û li van deran bergeha xwe fireh dike. Ez belavbûna Îranê ji meseleya mezhebî zêdetir wek firehbûneke polîtîkayên persî dibînim. Ez vê firehbûnê jî rast nabînim."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst