Bi hinceta PKKyê 239 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 22 bajaran bi hinceta endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê 239 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 22 bajaran li dijî PKKyê bi navê “Bozdogan 39”ê operasyonên hevbeş hatine encamdan.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonan de bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya PKKyê” 239 kes hatin desteserkirin.

Yerlî Kaya da zanîn ku derbarê wan de cezayê zîndayê hatiye dayîn û hêzên Tirkiyeyê li wan digeriyan.

Herwiha Yerlîkaya got ku di operasyonan de gelek demançeyên bêrûxset, weşan û materyalên dijîtal ên qedexe hatin bidestxistin.