CHP: Tirkiye ji hiqûqê dûr ketiye

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê CHP
A+ A-

Rûdaw (Hewlêr) - Di Doza Kobaniyê de biryarên giran li siyasetmedarên Kurd hat birîn.

CHPyê li ser biryaran got, “Ev nîşan dide ku Tirkiye çi qasî ji dewleta hiqûqê dûr ketiye.”

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hatin eşkerekirin.

Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag zêdeyî 7 salan e ku ji ber Doza Kobaniyê hatine girtin.

Rûniştina Doza Kobaniyê ji aliyê Dad Cezayê Giran a 22yemîn a Enqereyê ve li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sîncanê hat kirin.

Di rûniştinê de piştî ku beyanên parêzeran hatin hildan, gotinên dawiyê siyasetmedan ji wan hatin pirsîn.

Serokê dadgehê piştî navberê biyarên Doza Kobaniyê eşkere kirin.

Piraniya siyasetmedaran hatin cezakirin.

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş.

Dadgehê herwiha ji ber doza Kobaniyê 29 sal cezayê zindanê li Fîgen Yuksekdagê birî.

Berpirsên CHPyê ku partiya mixalefeta sereke ya Tirkiyeyê ye, li ser Doza Kobanî daxuyanî da.

Berpirsên CHPyê eşkere kir ku Doza Kobaniyê ne pêkan e bi qanûnan were ravekirin.

Alîkarê Serokê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

"Biryarên Doza Komploya Kobaniyê ji aliyekê ve dîrokî ne.

Li aliyê din mesafeya di navbera gotinên AKPyê û asayîbûnê diyar dike.”

Tanrikulu: Biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li ser dozê ragihand ku Doza Kobaniyê dozeke siyasî  bû û encamên wê jî li gor pêwîstiyên siyasetê bûn.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku doz bi ti awayî li gorî hiquqê nayê ravekirin û got:

“Di dema darizandinê de ti delîlek li gorî hiquqê nehat nîşandan.

Bi temamî derveyî hiquqê bi delîl, belgeyên sexte, şahidên nehênî hewl dan biryara mehkumiyetê bidin.

Ev biryara mehkumiyetê wekî doznameyê ne ya dadweran e.

Biryara mehkumiyetê ya desthilata siyasî ya Partiya Dad û Geşedanê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst